Li Almanya pêsniyara bo alîkariya Tirkiyê bû sedema nîqasan

Li Almanya pêsniyara bo alîkariya Tirkiyê bû sedema nîqasan

PeyamaKurd - Pêşniyara Serokê Partiya Demokrat a Civakî  Andrea Nahles ku gotibû ‘ji ber qeyrana aborî ku Tirkiye xistiye tengasiyê, bila hikûmeta Almanyayê alîkariya Tikiyeyê bike’ di nav siyasetmedarên Almanî de bû sedema nîqaşan.     

Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Civakî Andrea Nahles ku hevkarê hikûmeta Almanyayê ye, ji çapemeniya Almanî re derbarê tengasiya aborî ku Tirkiye pêre rûbirû ye mijara alîkariyê anîbû rojevê. Nahles wiha gotibû:  “Ji dervayê mijarên lihevnekirinên siyasî yên bi Serokkomar Recep Tayyip Erdogan re dibe ku rewşeke hikûmeta Almanya alîkariya Tirkiyê bike were holê.

Pêşniyara Nahles, di navbera siyasetmedarên Almanî de bû sedema nîqaşan, ji Partiya Keskê Annalena Baerbock, xwest ku alîkariya bo Tirkiyê bi mercan were girêdan. Hevserokê Partiyê Baerbock: “Alîkariya aborî tenê bi şertê ku Tirkiye vegere ser esasê biserxistina demokrasî û hiqûq dibe bê kirin.

Wezîrê Darayî yê Eyaleta Bavyera Albert Furacker, yekser li hember vê pêşniyarê derket û got: “Ne pêwist e û ne jî tê tewsiyekirin” herwiha Furacker diyar kir, ku ji bo welatên dikevin tengasiya aborî saziya xwedî bitecrûbe Fona Pareya a Navneteweyî (IMF) heye. Furacker, “Heke Tikiye ji ber sedemên siyasî xwe girêdayina bi IMFê re red dike, wê demê divê Yekîtiya Ewropa yan jî Almanya ji bo alîkariyê xwe navêje holê”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin