Mijara Sehra Rojava ges dibe

Mijara Sehra Rojava ges dibe

PeyamaKurd- Bo çareserkirina mijara Sahra Rojava, temsîlkarê taybet yê Neteweyên Hevgirtî Köhler wê li herêmê bigere û ewilî çû seredana wezîrê karên derve yê Cezayîrê; Mesahîl.

Temsîlkarê taybet yê Neteweyên Hevgirtî ku ji Sehra Rojava berpirse Horst Köhler, di çarçoveya geşkirina hevdîtinên Eniya POLISARIO û rêvebiriya FAS ê de, çû Cezayîrê. Li gor ajansa nûçeyan ya fermî ya Cezayîrê Köhler; bi wezîrê karên derve yê Cezayîrê, bi Abdulqadir Mesahîl re hevdîtinekî pêkanî. Di derbarê hevdîtinê de behsa hûrahiya mijarê nehat kirin.

Köhler; piştî Cezayîrê wê here seredana Morîtanya û Fas (Mexrib) ê. Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Hevgirtî, di nîsana borî de, wezîfa Hêza Aştiyê ya Neteweyên Hevgirtî (MINURSO), li Sehra Rojava 6 meh dirêj kiribû. Hêza Aştiyê li ya lİ Sahrayê, niha li herêma ku di navbera Fas û Polisario de niqaş li serê heye wezîfe dike.

Dewleta Fasê piştî sala 1975an ku Îspanya ji welatê Sehra Rojava vekişiyabû, Fasê erdê Sehrayê xistibû bin destê xwe. Cezayîr jî piştgiriyê dabû rêxistina POLISARIO yê ku ji bo serxwebûna Sehrayê têdikoşiya. Arîşeya navbera Eniya POLISARIO û Fasê dewam dike. Fas dixwaze Sehra di bin destê wan de bimîne lê Cepha POLISAIO dixwaze Sehra Rojava bibe dewleteka serbixwe.

Di sala 1991an de, Neteweyên Hevgirtî ketibû navbera wan û agirbes hatibû ragihandin. Lê mijareka dinê jî ew e ku %20 axa Sehrayê di bin destê Morîtanya de ye. An ku Sahra weka welatekî kolonî, di bin destê dewleta Fas û Morîtanya de ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin