Erdogan: Emê ji Minbicê heta sînorê Iraqê herin

Erdogan: Emê ji Minbicê heta sînorê Iraqê herin

PeyamaKurd – Tevî hemû hewlên civaka navdewletî û ragihandina dorpêçên Amerîkayê jî Serokomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan îro li şûna rawestandina êrîşan dîsa gefa berdewama êrîşên leşkerî bi ser Kurdan de xwar û got ku ew dê ji Minbicê heta sînorê Iraqê dagir bikin.

Erdogan ku li serdana Azerbaycanê ye, li Konseya Kar a Welatên bi Tirkî Diaxivin derbarê êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê de agahî dan û got, "Emê herêmeke ji Minbicê heta sînorê Iraqê ewle bikin. Emê vegerandina penaberan bo wê herêmê dabîn bikin.”

Erdogan êrîşa ku bi fermana wî ji 9ê Cotmehê ve dest pê kiriye parast û îdia kir ku armanca wan jiholê rakirina gefên terorê ye û dîsa îdia kir ku wan heta niha di 7 rojan de qadeke hezar kîlometreyî kontrol kiriye.

Erdogan got, “Em dixwazin herêma ewle bi dirêjahiya 444 km ji rojava ta rojhilat û bi kûrahiya 32 tm ji bakur ta başûr ava bikin û penaberan lê bicih bikin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin