Li sînorên Kurdistanê Artêşa Iraqê dikeve şûna Heşda Şeibî

Li sînorên Kurdistanê Artêşa Iraqê dikeve şûna Heşda Şeibî

PeyamaKurd - Bi fermana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, ji bo parastina ewlehiya xeta sînorê Herêma Kurdistanê, du lîwayên artêşa Iraqê li Deşta Nînovayê hatin erkdarkirin.

Li gorî biryara ku ji 7ê Adara 2026an pê ve ketiye meriyetê, Lîwayên 66 û 76 ên girêdayî Tûmena 16an a artêşê, li herêmên stratejîk ên wekî Nemrûd, Bertilla, Tilskof û Wankê hatin bicihkirin. Ev yekîneyên artêşê dest bi wergirtina kontrola wan xalan kirin ku berê di destê Lîwayên 30 û 50 yên Heşda Şeibî de bûn.

Armanca pêşîgirtina êrîşên ser Herêma Kurdistanê ye

Serokê Komîsyona Ewlehiyê ya Civata Parêzgeha Nînovayê Mihemed Kakayî diyar kir ku ev guhertin bi armanca rêgirtina li êrîşên moşekî û dronan ên li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin.

Piştî şerê di 28ê Sibatê ve di navbera Îran û DYA-Îsraîlê de dest pê kiriye, gelek caran ji valahiyên ewlehiyê yên li sînorê Nînovayê êrîşî Kurdistanê dihat kirin. Bi vê gava nû re hikûmeta Iraqê dixwaze bi rêya artêşê kontrola sînoran bihêztir bike û rê li ber komên ku herêmê ji bo êrîşan bi kar tînin bigire.