Ajansa Nûçeyan a Almanyayê: Artêşa Amerîkayê bi tevahî ji Iraqê derket

Ajansa Nûçeyan a Almanyayê: Artêşa Amerîkayê bi tevahî ji Iraqê derket

PeyamaKurd - Ajansa Nûçeyan a Almanyayê berpirsekî bilind ê hikûmeta Iraqê ragihand ku artêşa Amerîkayê bi tevahî ji Iraqê derketiye û tu yekîneyên şerker an piştgiriya lojîstîkî li ser axa Iraqê nemane.

Hat diyarkirin ku pêvajoya valakirina baregehan bi temamî bi serkeftî bi dawî hatiye û aliyê Iraqê niha li bendê ye ku Amerîka bi fermî dawîhatina vê pêvajoyê ragihîne.

Ev pêvajaya vekişînê di demekê de tê ku li gorî peymana navbera Bexda û Washingtonê, biryar bû qonaxa dawî di 30ê Îlonê de bê bicihanîn.