PeyamaKurd - Komandoya Başûr a DYAyê ragihand ku di operasyona li ser keştiya qaçaxçiyan de 4 "narko-terorîst" hatine kuştin.
Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li herêma Karayîpê li dijî keştiyeke ku ji bo kartelên navneteweyî hişbir digihand operasyoneke leşkerî pêk anî.
Komandoya Başûr a DYAyê (SOUTHCOM) ragihand ku di encama êrîşê de keştiya qaçaxçiyan hatiye lêxistin û 4 "narko-terorîst" hatine kuştin.