Artêşa Sûdanê bazar bombebaran kir gelek kes hatin kuştin

Artêşa Sûdanê bazar bombebaran kir gelek kes hatin kuştin

PeyamaKurd - Rayedarên Sûdana Başûr ragihandin ku artêşa Sûdanê bi rêya firokeyên bêfirokevan (dron) bazarek li herêma nakokbar a Abyeyê ketiye ber bombebaranê.

Di encama vê êrişê de herî kêm 150 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Bi vê qetlîamê re, hejmara giştî ya qurbaniyên êrişên hewa û dronan ên çend rojên borî ji 250 kesî derbas bû ku wekî yek ji xwînîtirîn rûdanên şerê herêmê hat tomarkirin.

Şerê navxweyî yê li Sûdanê ku ji meha nîsana 2023an ve di navbera artêşa fermî û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de destpê kiribû, niha bi tevlîbûna komên çekdar ên herêmî û destwerdanên derve berfirehtir bûye.

Zêdebûna êrişên li ser deverên sivîl û bazarên herêmê bîlançoya mirovî giran kiriye; ev şerê berdewam heta niha bûye sedema kuştina bi dehhezaran kesan û koçberbûna bi milyonan welatiyan.