Pompeo: WHO naxwaze eskere bibe vîrus ji însanan derbasî însanan bûye

Pompeo: WHO naxwaze eskere bibe vîrus ji însanan derbasî însanan bûye

PeyamaKurd –  Li ser rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ya derbarê vîrusa Korona de, Wezîrê Karûbarên Derve yê berê yê Amerîka Mike Pompeo îdia dike û dibêje, wê rêxistinê bi Çînê re hevkarî û sextekarî kiriye.

WHO, piştî lêkolînên şandeya rêxistinê yên li Çînê, bi raporekê ragihandibû ku guman nîşan didin ku vîrusa Korona ji heywanan derbasî însanan bûye. Wê rêxistinê dabû zanîn, gumana ser belavbûna vîrusê ya ji laboratuvara Wuhanê ‘‘pir kêm e’’

Mike Pompeo ji Twitterê destnîşan kir: ‘‘Rapora WHO dewama kampanya Çînê ya ser belavkirina agahiyên şaş e.’’

Pompeo diyar kir, Serokê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus bi Serokê Çînê Xi Jinping re hevkarî kiriye û da zanîn, ew naxwazin eşkere bibe ku vîrus ji însanan derbasî însanan bûye.

Wezîrê berê eşkere kir, Enstîtuya Vîrolojîyê ya Wuhanê yek ji jêderên gumanbar yên vîrusa Korona ye û got, WHO hevkarê tawana Çînê ye.

Mike Pompeo di rojên dawî yên seroktiya xwe de gotibû, hin belgeyên di destê wî de raber dikin ku xebatkarên labaratuvara Wuhanê di sala 2019an de bi semptomên vîrusa Korona nexweş ketine.

Vîrusa Korona di dawiya sala 2019an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû tespîtkirin û dû re derbasî dewletên din jî bûbû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin