Blinken: DYA naxwaze serê Xezzeyê frehtir bibe

Blinken: DYA naxwaze serê Xezzeyê frehtir bibe

Peyama Kurd - Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Antony Blinken, di çarçoveya gera xwe ya Rojhilata Navîn de li Urdinê bi Qral Abdullahê Duyem û Wezîrê Derve Eymen Safadî re hevdîtin pêk anîn.

Di hevdîtina bi Qral Ebdullah re Blinken anî ziman ku ew ji bo frehtirnebûna şere li Xezzeyê di nav hewldanan de ne û got: DYA naxwaze ku şerê li Xêza Xezzeyê berfirehtir bibe û ji bo pêşîlêgirtina egereke wisa, bi her awayî xebatê dimeşîne."

Qralê Urdinê Abdullah jî di axaftina xwe de hişyarî da Blinken ku berdewamiya operasyona leşkerî ya Îsraîlê ya li ser Xezzeyê wê bibe sedema karesateke mezin û got ji bo rawestandina şer rola Washingtonê giring e.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Blinken ku ji bo geşteke herêmî çûbû Tirkiye, Yewnanîstan, Urdun, Qeter û Îmaratên Ereb, herî dawî bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan re hevdîtin pêk anîbû. Blinken bi Wezîrê Derve yê Urdunê Safadî re jî hevdîtin pêk anî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin