PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar li ser hevdîtinên bi heyeta Rûsî ya hatiye Tirkiyê got, danûstandinên wan bi aliyê Rûsî re derbarê rewşa Idlibê de “erênî û avaker” in.
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ragihand, hevdîtinên wan ên bi şanda Rûsî re erênî û avaker in û Tirkiye kar ji bo ji roja 15ê Adarê ve destpêkirina gerên çavdêriyê yên hevbeş li ser riya navdewletî M-4 dike.
Ji doh ve li Enqerê danûstandin di navbera şanda leşkerî ya Rûsî û Tirkî de, derbarê rewşa Idlibê de berdewam in.
Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan 5ê Adara 2020an li Moskowê agirbesta Idlibê ragihandin û li ser avakirina karîdoreke ewle li ser riya navdewletî M-4 lihev kiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin