PeyamaKurd - Serokomariya Tirkiyê derbarê hevdîtinên ligel şanda Rûsî li ser mijara krîza Idlibê ragihand ku doh civînên bi şanda Rûsî re bidawî bûne û ti encamek jê derneketiye.
Serokomariya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand, şanda Rusya ya bi serokatiya Nûnerê Serokê Rûsyayê Aleksandr Lanvrentyev û şanda Tirkiyê ya bi serokatiya Ibrahîm Kalin li avahiya Serokomariyê civiyane.
Hat diyarkirin ku şanda Tirkiyê ji şanda Rûsya xwestiye ku rejim êrîşên xwe rawestîne û heger berdewam be, ewê bersivên tund bidin û êrîş jî wekî binpêkirina rêkeftinên Astana û Soçî bi nav kiriye.
Herwiha Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî doh 10ê Sibatê ragihandibû, encam ji hevdîtinên ligel heyeta Rûsî derneketiye, heger pêwîst bike wê Pûtîn û Erdogan li ser mijarê bicivin.
Doh di êrîşa ser binkeya leşkerî ya Taftanaz a li Idlibê de, 5 leşkerên Tirkiyê hatibûn kuştin û 5 jî birîndar bûbûn, li gorî daxuyaniyên wezareta berevaniya Tirkiyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin