PeyamaKurd – Berfa salê şeva borî heta sibeha îro li bajarê Diyarbekir ê bakurê Kurdistanê bariya û kirasekî spî li bajarê dîrokî kir.

Bi girtina erdê ya berfê re dîmenê xweş derketin holê û bajar rengê xwe bi spî guherî.

Dîmenên berfê li ser medya civakî hatin belavkirin û xelkê Diyarbekirê kêfxweşiya xwe bi hatina berfê nîşan da.


Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin