PeyamaKurd – Balafira AJetê ya jimare VF131 ku sefera Îstenbol-Bexdayê dikir, ji ber di balafirê de sarokekî 2 mehî rewşa wê ya tenduristiyê xerab bû, bilez xwe danî balafirgeha Diyarbekirê. Li balafirgehê bi ambûlansa ku hatibû amadekirin, wê birin nexweşxana dewletê ya zarokan ya navça Reza û niha rewşa zarokê başe.
Balafir piştî demekî kurt ku li balafirgehê rawestiya, sefera xwe dewam kir. Balafir ji balafirgeha Îstenbolê ya Sabiha Gökçenê diçû payîtexta Iraqê bajarê Bexdayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin