Serok Barzanî: PDK bi siyaseteke rast, durist û askere xebat kiriye

Serok Barzanî: PDK bi siyaseteke rast, durist û askere xebat kiriye

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî li ser malpera xwe ya fermî bi minasebeta 73emîn salvegera damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) peyamek belav kir û ragihand, PDK ji roja damezrandinê ve li sengerên pêşî yên berevanîkirina li mafên rewa yên gelê me de ye.

DEQA PEYAMA SEROK BARZANÎ:

Bi navê xwedê yê Bexşinde û Mîhrîban

Bi boneya 16ê Tebaxê, 73emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê germtirîn pîrozbahiya xwe arasteyî hemû kadro, endam û alîgirên PDK dikim. Herwiha pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîd, Pêşmergeyên qehreman û xelkê Kurdistanê dikim.

Partiya Demokrat a Kurdistanê ji roja damezrandinê ve li sengerên pêşî yên berevanîkirina li mafên rewa yên gelê me de ye û ji bo serfirazî û azadiya gelê me de hevşan bi hêzên têkoşer û niştimanperwer ên din ên Kurdistanê re qurbaniyên mezin dane.

Partiya Demokrat a Kurdistanê bi siyaseteke rast û durist û bi aşkere xebat kiriye û armanca xwe ya stratejî destnîşan kiriye û ta îro jî bi peyrewkirin li rêbaza Barzanî wek riya rast a Kurdatiyê bi diruşm û kirdarî pêşeng e.

Di vê boneyê de bi pêwîstî dizanim careke din spasiyê li xweragirî û kolnedana cemawerê PDKê û hemû xelkê Kurdistanê bikim. Piştevanî û xweragiriya we, sermiyana bêdawî ya PDKê ye û hêza zêdetir dide me û hewl û têkoşîna me ji bo dabînkirina dahatûyeke geştir ji gelê me re bihêztir dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin