Prens Selman û heyeta pêre bo zêdekirina sermaya welatê xwe, wê bi şîrket û bankayên mezin yên Amerîka re hevdîtinan bike. Seredana wan ya Amerîkayê ya ewiliye.
Heyeta ku ji rêvebir û karsazan çêbûye, bo sermayê bikşîne welatê xwe, wê gera wan 19 roj dewam bike û bi şîrketên mezin re hevdîtinan bikin.
Wezîrê Bazirganiyê û Sermayê Mecid el Kasabî, ragihand ku heyeta bi Prens Muhammed bin Salman re, piştî Washingtonê wê herin New York, Boston, Seattle, San Francisco, Los Angeles û Houstonê û bo sermaye bikşînin welatê xwe dê hevdîtiann bike. Kasabî got: "Berê me gelek derfetan ji dest berda. Êdî em ê wan derfetan ji dest bernedin. Wext bo me gelek bi qîmet e.”
Wezîrê darayî yê Erebistanê Muhammed el Cadan got ku heyet wê bi bankayên weka JPMorgan Chase, Morgan Stanley, Goldman Sachs Group, Citigroup û Bank of America re hevdîtinan bike.
Prensê Erebistana Si’ûdî roja berê bi serokê Amerîkayê Donald Trump re li Qesra Sipî hevdîtin kiribû û di hevdîtinê de li ser mijara sîlihan hatibû rawestandin. Prens do jî bi rêvebirên sektora parastinê re weka Boeing, Raytheon, Lockheed Martin û General Dynamics ê re civiyabû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin