Papa û Elî Sîstanî îro dê 40 xulekan di civînê de bin

Papa û Elî Sîstanî îro dê 40 xulekan di civînê de bin

PeyamaKurd –  Papa Francis, li pîroztirîn bajarê mezheba Şîe, wê bi Merciê Bilind ê Şîeyan li Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî re bicive. Di vê hevdîtina dîrokî de, her du kesayetiyên ayînî, dê peyamên aştî û pêkvejiyanê bidin, lê li gor civînên din ev dê ciyawaz be.

Papa û Elî Sîstanî, îro dê 40 xulekan di civînê de bin ku ji bilî wergêr, tu kes beşdarî civînê nabe. Tê pêşbînîkirin, vê civînê bandor li ser Iraq û heta Îranê jî hebe.

Ev deh sal e, Vatîkan kar ji bo pêkhatina vê serdana Papa dike. Serkirdeyên Şîe dibêjin, serdana Papa ya Iraqê ne li gor serdanên din e.

Elî Sîstanî ku temenê wî nêzikî 90 sal e, gelek kêm derdikeve û pêşwazî li şandên biyanî dike. Vatîkan hêvî dike Papa Francis li Necefê rêkeftinekê li gel Sîstanî îmze bike. Rêkeftinek ku gaantiya biratî û pêkvejiyanê bike, her wek çawa li Misirê li gel Şêxê Ezher ew kar pêk anî.

Biryar e, Sîstanî li mala xwe pêşwazî li Papayê Vatîkanê bike. Li gor zanyariyên taybet, bi geşta Papa û civîna di navbera wan de, wê 40 xulekan dirêj bike.

Piştî bidawîbûna civîna li gel Sîstanî, Papa wê ber bi Nasiriye ve bi rê bikeve, da ku li bajarê Ûr yê şûnwarî ku wek cihê jidayikbûna Ibrahîm Pêxemberê bavê Pêxmemberan tê danîn, gotarekê derbarê biratiya di navbera olan de pêşkêş bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin