PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Yekşemê pêşwazî li Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê, xanima Jeanine Plasschaert û şanda pê re kir.
Piştî civînê hat ragihandin, di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û hengavên dawî ya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û gef û metirsiyên li ber proseya siyasiya Iraqê nirxandin û her du alî dilgiraniya xwe ya kûrtirbûna qeyrana siyasiya Iraqê ragihandin.
Di civînê de di derbarê eger û çareseriyên ji bo derbaskirina qeyrana siyasî û rasterêkirina proseya siyasiya Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez jî li ser rola Neteweyên Yekbûyî ya ji bo yarmetîdana proseya siyasiya Iraqê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin