PeyamaKurd - Rêveberê Suneyên Iraqê Esîl Nuceyfî got, hêzên siyasî yên Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkan şiyana wan a guftûgoyan jî nemaye.
Parêzgerê berê yê Nînowa û yek ji rêberên sune Esîl Nuceyfî li ser rûpela xwe ya facebookê got: “Proseya siyasî li Iraqê gihîştiye asta herî jêr û di qonaxa mirina nav cihên xwe de ye.”
Esîl Nuceyfî dibêje, partiyên siyasî yên Iraqê di tekoşîna hember pirsgirêk û krîzan de êdî nexwedî şiyana guftûgoyên li gel hev in û armanca dîtina çareseriyê nemaye.
Nuceyfî diyar kir, ji ber vê rewşê Iraq wê ji bo krîzên dema pêş piştevanî û hemahengiya navnetewî jî ji dest bide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin