PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê Yekîtiya Ewropa (YE) bi sernavê, ‘Pişgirî bo Sûriyê dahatuya wê’ konferansekê saz bike.
Komîsyona YEyê da xuyakirin, wê ‘Konferansa Brukselê’ ya pêncemîn a bi mijara Sûriyê 29-30yê Adara 2021ê ji ber tedbîrên vîrusa koronayê bi awayekî online were sazkirin.
Di daxuyaniyê de tê gotin, tevî ku 10 sal bi ser xwepêşandanên Sûriyê yên bûne sedema krîza heta niha dom dike derbas bûne jî rewşa însanî ya Sûriyê di asteke xirab de ye û ti çareseriyek çênebûye.
Herwiha hat diyarkirin ku ev konferans piştevaniyê li hewldanên çareseriya siyasî yên Neteweyên Yekbûyî dike û ji bo welatên ji aliyê darayî ve alîkariya xelkê Sûriyê bikin jî derfetekê bi xwe re tîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin