PeyamaKurd - Netewên Yekgirtî bang li Tirkiyê kir, da ku li Efrîn û li Serê Kaniyê binpêkirinên çekdarên ku piştevaniya wan dike rawestîne.
Li gor rapora 15ê Îlonê ji aliye Komîteya Lêkolînkirina Tawanên Şer ya Netewên Yekgirtî, girtina welatiyan ji aliyê Artêşa Niştimanî ya Sûrî (a opozîsyonê) ve û veguhastina bo Tirkiyê ji bo dadgehkirina wan, dibe ku bigihîne asta tawanên şer. Ew dikeve bin benda koçkirina ne yasayî.
Serokê Komîteyê Paulo Pinheiro jî di daxuyaniyeke rojnamevanî de diyar kir, Artêşa Niştimanî ya Sûrî ya ku Tirkiye piştevaniya wê dike, dibe ku tawanên şer li Efrîn, Serê Kaniyê û herêmên derdora kiribin. Kesên revandî jî, ji ber wan çekdaran rastî eşkencedana hovane û destdirêjiyê tên.
Pinheiro got: ‘‘Divê Tirkiye pêşiya van binpêkirinan bigre û sivîlên li navçeyên di bin kontrola xwe de biparêze.”
Efrîn ji meha Adara 2018an ve, Girê Sipî û Serê Kaniyê jî ji meha Mijdara 2019an ve, ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve hatine dagîrkirin.
Li gor çalakvanan û rêxistinên mafên mirovan, welatiyên sivîl li wan herêmên Rojavayê Kurdistanê rastî kuştin, revandin û eşkencedanê tên. Herwiha komên çekdar, bi awayekî sîstematîk demografiya wan herêman diguhêrin û ereban li şûna Kurdan bi cîh dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin