PeyamaKurd – Amerîkayê, ji ber êrîşên ji dijî wergêrên berê û hin Afganên din, Talîban şermezar kir.
Berdevka Karên Wezareta Derve ya Amerîka Jalina Porter, di preskonferansekê de ew şermezarkirin ragihand.
Porter diyar kir, Talîban dijî wergerên berê, hin Afganên din û binesazîyê êrîşan li dar dixe û da zanîn, ew rêxistinê ji ber wan kiryaran bi tundî şermezar dikin.
Wê bang li Talîbanê kir ku rê li ber çekdarên xwe bigire ku êrîşên wisa li dar nexin.
Amerîkayê vê hefteyê ji bo piştgirîya hêzên hikûmeta Afganistanê, ku bi di bin zextên Talîbanê de maye, li dijî wê rêxistinê êrîşên esmanî li dar xistibûn.
Berdevkê Pentagonê John Kirby roja Pêncşemê ji rojnamevanan destnîşan kir, wan bi êrîşên esmanî piştgirî daye hêzên Afgan, lê ti hûrgilî nedabû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin