Esed: Amerîkayê, Tirkiye anî welatê min!

Esed: Amerîkayê, Tirkiye anî welatê min!

PeyamaKurd- Serokomarê Sûriyê Beşar Esed got ku niha her tiştî Amerîka qontrol dike û Amerîkayê Tirkiye anî nava Sûriyê.

Serokomarê Sûriyê Beşar Esed ji çapemeniya Rûsyayê ya Netewî re axivî û daxuyaniyên girîng dan. Esed got ku hinek dibêjin Amerîka û Tirkiye li dijî hev in. Ev derew e, ji vê yekê bawer nekin. Amerîka Tirkiyê qontrol dike û wê berê Tirkiyê da nava Sûriyê.

Beşar Esed wiha berdewam kir: Berî niha bi 5 salan Tirkiyê xwest ku Sûriyê vegire. Lê Amerîkayê nehişt. Ji Tirkiyê re gotin na! Çima? Lewra wê demê terorîst bi ser diketin. Wan jî got çima em ê xwe hewceyî Erdogan bikin. Lê piştî ku terorîstan xwe da paş, êdî ji Recep Tayyip Erdogan re gotin, êdî tu dikarî mudaxele bikî. Lewra rewş ji bo me guherîbû. Tişta ku diqewime ev e. Qontrol hemî di destê Amerîkayê de ye. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin