PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di balafira Ûkrayna ya Tehranê de ku îro ketibû de, 5 welatiyên Kurd jî can dane.
Balafira rêwiyan a Ûkraynayê îro li nêzîkî bajarê Tehranê ketibû xwarê û tevahiya rêwiyên tê de bûn ango 176 kesan can dabû.
Li gor zanyariyan 5 welatiyên Kurd ên ji bajarê Mehabada Rojhilatê Kurdistanê di wê balafirê de bûn û wan jî di qezayê de can daye.
Hat zanîn ku navê welatiyên Kurd ên di balafirê de can dane; Serwe Pesawend, Sinûr Porqadirî, Evîn Erselanî, Hîwa Mewlanî û Kordiya Mewlanî ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin