PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo tirkên ku sala 1453yan Stenbol dagir kirine peyva hov ango ‘barbar’ bikar anî.
Di civîna serokên partiyên rûsî de ku bi rêya vîdyokonferansê pêk hat de, Serokê Partiya Lîberal Demokrat a Rûsyayê Vladimîr Jîrînovskiy, li ser mijara destwerdanên derve, bîzansî û Rûsyayê axaftinek kir û ji bo tirkan got, ‘barbar’.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Kirimê, di civîna ku 17ê Sibatê hatiye kirin de, Jîrînovskiy ji bo tirkan gotiye; “Barbarên ku ji rojhilat hatin, sala 1453yan Konstantînopolîs dagir kirin û em sêwî hiştin.”.
Li ser van gotinan Pûtîn jî bersivê dide û dibêje, “Pêşî Xaçparêz ji rojava hatin Konstantînopolîs lawaz kirin û piştre jî ‘barbarên’ ji rojhilat hatin ew dagir kirin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, bajarê Stenbolê ango Konstantînopolîs sala 1204an ketibû destê xaçparêzan û piştî bi pasî 250 salan jî sala 1453yan ji aliyê Osmaniyan ve hatibû dagirkirin û Pûtîn ji bo tirkên wê demê Stenbol dagir kirine peyva ‘barbar’ bikar anî ku li Tirkiyê bû sedema bertekan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin