Wezerata Tenduristiyê amarên dawî eskere kir: Di rojekê de 20 wefat...

Wezerata Tenduristiyê amarên dawî eskere kir: Di rojekê de 20 wefat...

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 2924 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û 20 kes jî pê mirine.

Di daxuyaniya îro Înê ya Wezareta Tenduristiyê de hat eşkere kirin; di 24 demjimêrên borî de 2924 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 698 kes li Hewlêrê, 666 kes li Silêmaniyê, 1441 kes li Duhokê, 22 kes li Helebceyê, 97 kes li Germiyanê ne.

Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 20 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 7 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê, 9 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê ne.

Herwiha hat diyarkirin ku di 24 demjimêran de 1276 kes jî baş bûne û ew jî 186 kes li Hewlêrê, 330 kes li Silêmaniyê, 720 kes li Duhokê, 5 kes li Helebceyê, 34 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinan bi giştî gihîşt 230 hezar û 263 kesan, ya mirinan bû 4 hezar û 770 kes û heta niha 198 hezar û 457 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin