2 parlementerên HDPê îstîfa dikin

2 parlementerên HDPê îstîfa dikin

PeyamaKurd- Her dû parlementerên HDPê yên îstenbolê Erkan Baş û leystikvanê tiyatroyê Bariş Atay ragihandin ku wê ji partiya xwe HDPê îstîfa bikin û derbasî TİPê bibin. Eger derbasî TİPê bibin wê piştî 47 salan Partiya Karkerên Tirkiyê (TİP) di meclisa Tirkiyê bê temsîlkirin.

TİP di meha 12 an ya sala borî de hatibû damezrandin. Di nava damezrêneran de serokê berê yê Partiya Komunîst Erkan Baş û leystikvanê tiyatroyê Bariş Atay hebû. HDP bi partiyên sosyalîst re hevkarî kiribû û ji Îstenbolê ji hêrêma 3yemîn Baş û ji bajarê Hatayê Atay bûbûn parlementerên HDPê.

Hat ragihandin ku her dû parlementer bi şertê ku piştî hilbijartinan derbasî partiya xwe bibin bi HDPê re lihev kiribûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin