PeyamaKurd - Serokê Komarî yê Amerîka yê berê George W. Bush prîzbahiya Joe Biden kir û diyar kir, "Serkeftina wî delîveke ji bo pêşengiya yekbûna welatê me bike."
Goerge W. Bush, ê ku di navbera salên 2001ê heta destpêka sala 2009an de, Serokê Amerîkayê bû, dide zanîn, "Cudahiyên siyasî hene li gel Biden, lê min dua bo serkeftina wî kirin û soz didim ku bi her awayî alîkariya wî bikim." Bush herwiha têkilî bi Cîgira Serok ya hilbajrtî kamala Harris re danî û pîrozbahiya wê jî kir.
Bush li ser dengên ku Biden bidest xistiye destnîşan dike û dibêje, "desteftek siyasî ne asayî ye".
Bush got, Trump, "Maf heye ku ji nû ve jijmartina dengan bixwaze û dijwarîyên qanûnî bişopîne û her pirsên neçareserkirî dê bi rêk û pêk werin darizandin."
Herwiha Bush got, "Gelê Amerîkî dikare bawer bike ku ev hilbijartin di bingeh de saxlem in, dê destpakiya wê were parastin û encam jî zelal in."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin