Bahçelî ji bo Ocalan pêşniyara ‘Kordînatoriya Pêvajoya Aştiyê û Siyasîbûnê’ kir

Bahçelî ji bo Ocalan pêşniyara ‘Kordînatoriya Pêvajoya Aştiyê û Siyasîbûnê’ kir

PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperwer a Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçelî, li koma partiya xwe ya parlamentoyê axivî. Bahçelî derbarê statuya Ocalan û proseya aştiyê ya çekdanîna PKKê de daxuyanî dan.

Bahçelî ji bo statuya Abdullah Ocalan pêşniyar kir ku ji bo tasfiyekirina PKKê û çekdanîna wê, divê statuya Ocalan bi awayekî fermî were destnîşankirin.

‘Kordînatoriya Pêvajoya Aştiyê û Siyasîbûnê’

Bahçelî destnîşan kir ku heke di statuya Abdullah Ocalan de "kêmasiyek" hebe, divê ev kêmasî li gorî berjewendiyên Komara Tirkiyeyê û armanca "Tirkiyeya bê teror" were dagirtin. Bahçelî pêşniyar kir ku navê vê mekanîzmayê bibe Kordînatoriya Pêvajoya Aştiyê û Siyasîbûnê’.

Bahçelî, armanca vê mekanîzmayê jî wekî asayîbûna siyasî û beşdariya demokratîk di bin sîwana ewlehiya neteweyî Tirkiyê de nirxand.

Ev daxuyaniya Bahçelî wekî berdewamiya banga wî ya berê ya ku ji Ocalan re gotibû "Were li parlamentoyê biaxive" tê dîtin.