PeyamaKurd - Serokê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçelî yasaya pêvajoya çareseriyê ku ji bo PKKê û endamên wê biryar e van rojan bê derxistin, îmze kir.
AK Partiyê reşnivîsa yasayê ji bo îmzekirina parlamenteran amade kiriye û biryar e piştî îmzeyan pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê bê kirin.
Serokê MHPê Devlet Bahçelî ku îro "Yasaya Çarçoveyê" îmze kir.
MHPê li ser hesabê xwe yê Xê dema şanenavkirina Bahçelî belav kir û got: "Ew îmzeya dîrokî Serokê me yê Giştî yê birêz Devlet Bahçelî, di bin armanca Tirkiyeyeke Bêteror de ji bo Yasaya Çarçoveyê, li ser navê aramî, yekîtî û pêşeroja miletê me avêtiye."
Hêjayî gotinê ye, ev pêşniyaryasa wekî "Bihêzkirina Yekbûna Civakî û Hevgirtina Neteweyî" hatiye binavkirin. Çav li rê ye heta çend rojan jî di parlamentoyê de derbas bibe û bikeve meriyetê. Li gorî yasayê endamên PKKê yên çek danîne dikarin vegerin Tirkiye û Bakurê Kurdistanê lê belê ji bilî kadroyên PKKê.