Rêber Ehmed: Ji bo çareseriya pirsa PKKê mekanîzmayeke sêalî pêwîst e

Rêber Ehmed: Ji bo çareseriya pirsa PKKê mekanîzmayeke sêalî pêwîst e

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di roja duyem a Rûniştina Heftem a Foruma MERIyê ya 2026an de ragihand ku divê mijara PKKê di navbera Tirkiye, Herêma Kurdistanê û Iraqê de bi rêya mekanîzmayeke sêalî bê çareserkirin.

Ehmed bal kişand ser astengiyên li pêşiya Peymana Şingalê, rewşa komên çekdar û paşeroja ewlehiya Iraqê.

Ehmed destnîşan kir ku komên çekdar ên derveyî dewletê û zêdebûna hêzên PKK û Heşdî Şeibiyê rê nadin peyman pêk bê.

Wî diyar kir ku divê Bexda di vê mijarê de Herêma Kurdistanê û xelkê Şingalê wekî muxatab qebûl bike.

Hat ragihandin ku nabe mijara PKKê bi awayekî yekalî bê destgirtin, belkî pêdivî bi hevahengiyeke sêalî ya navbera Enqere, Hewlêr û Bexdayê re heye.

Ehmed piştgiriya xwe ji bo biryara Serokwezîrê Iraqê ya bo belavkirina komên çekdar ên derveyî dewletê nîşan da û xwest hemû pêkhate xwedî mafên destûrî bin.

Wezîrê Navxwe giringiya peywendiyên stratejîk ên bi cîranan re anî ziman û got ku divê peywendî li ser bingeha berjewendiyên bilind ên niştimanî bin.

Ehmed hişyarî da ku tevî bihêzbûna hêzên ewlehiyê, eger xemsarî çêbibe dibe ku DAIŞ ji sala 2014an bihêztir vegere.

Wî her wiha bal kişand ser rolek giring a piştgiriya asmanî ya DYAê û Hêzên Koalîsyonê li Iraqê.