Bahoza Danielê li Lîbyayê xist: 2 hezar mirî û 7 hezar wenda hene

Bahoza Danielê li Lîbyayê xist: 2 hezar mirî û 7 hezar wenda hene

PeyamaKurd – Li welatê Lîbyayê piştî barana zêde û bi şiddet bû sedema rabûna lehiyê û heya niha ji bahozê 2 hezar kes zêde mirine û 7 hezar kes wenda ne. Serokwezîrê hukumeta rojhilatê Lîbyayê Usame Hammad li ser bahozê ragihand ku li bajarê Derne jimara miriyên ji ber lehiyê 2 hezarî derbas kiriye.

Wezîrê karên hundir yê hukumetê Ebu Zeribe jî ragihand ku di bahozê de 7 hezar kes wenda ne. Li terefê dinê serokwezîrê Lîbyayê Dibeybe ji bo deverên zerarê dîne banga desteka navdewletî ji bo wan kir.

Bahoza Danielê ber bi welatê Misrê de diçe. Neteweyên Yekgirtî xwe amade dike da destekê bide mexdûrên Lîbyayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin