PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, bi boneya 23yê Nîsanê Cejna Zarokan û Serweriya Netewî ya Tirkiyeyê, li Parlamentoya Tirkiyê axaftinek kir.
Bakirhan di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya aştiyê ku li benda avêtina gavên fermî ne û bang li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir daku pêvajoya aştiyê bi encam bike.
Bakirhan destnîşan kir ku biryara PKKê ya çekberdanê geşedaneke mezin e û niha dem hatiye ku soza di navbera Kurd û Tirkan de were nûkirin.
Bakirhan got, aştî tu carî bi serê xwe nayê avakirin û ev bang li Erdogan kir: "Rêzdar Serokomar, aştî niha li benda morkirinê ye. Silêman tu yî, morkirin di destê te de ye, vê pêvajoyê temam bike."