Balafira Amerîka dikare bibe sedema ser

Balafira Amerîka dikare bibe sedema ser

PeyamaKurd- Çapemeniya Rûsyayê ragihand ku balafireka Amerîka ya ku kapasîta wê ya nukleerî heye ya bombardimanê B-52 ket nav seha hewayî ya Behra Rojhilatê Çînê.

Amerîka dibêje ku ev fira balafirê ji serî de hatiye plankirin. Balafira Amerîkayê ya bombardimana nukleerî bi 2 balafirên Japonan re li ser giravên Çînê firiyan û adeta xwepêşandan kirin.

Seha ku balafirên Amerîkayê û Japonyayê têde firiyane, li serê arîşe heye û Çîn weka malê xwe qebûl dike lê Japonya û Amerîka veya qebûl nakin. Ne tenê di seha hewayî û giravan de lê ji aliyê aborî de jî di navbera Amerîka û Çînê de arîşeyên mezin hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin