Balafira biçûk ket û 2 kesên tê de mirin

Balafira biçûk ket û 2 kesên tê de mirin

PeyamaKurd – Li Almanya li eyaleta Rheinland-Pfalz li bajarokê Limburgerhofê di encama ketina balafirek biçûk de 2 kes mirin. Perçên balafirê li der û dorê belav bûn û li ser rûdanê polîsê krîmînal dest bi lêpirsînê kir.

Balafir ji ber ket nava araziyê nêzê kolanê, zerar negiha der û dorê. Televîzyona wê herêmê ya bi navê SWRê ragihand ku balafir li hewa teqiyaye û ketiye. Lewraye ew çend perçên wê belav bûne.