PeyamaKurd – Li Amerîkayê li eyaleta Wisconsinê li navça Saukê li belda Dellonayê di wextê şevê de balafira tîpa Piper PA-46 ket daristanê. Rayedar ragihandin ku 6 kes li ciyê rûdanê can dane ku yek ji wan zarok e.
Li gor wexta DYAyê; do bi şev seet bi 21.30ê wê derê agahî gihaye rayedaran ku balafir ketiye. Rayedar dğibêjin berya balafir bikeve, bi barûyekî kontrola hewayî re di nav têkiliyan de bû ye.
Rayedar li ser ketina balafira biçûk lêpirsîn û lêkolîna xwe dewam dikin.