PeyamaKurd – Balafireke şer a F-16 ya Hêzên Esmanî ya Amerîkayê di dema firîna perwerdeyê de li nêzî Baregeha Esmanî ya Osan a Koreya Başûr ket xwarê.
Artêşa Amerîkayê ragihand, balafireke şer a F-16 ya hêzên hewayî yên Amerîkayê di dema perwerdeyê de li nêzî baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya li Koreya Başûr ketiye xwarê.
Di daxuyaniya Hêza Hewayî ya Amerîkayê ya li Koreya Başûr da hat diyarkirin ku balafira şer a girêdayî Balafira Şer a 8emîn "li gor saeta herêmî saet di 09.45an de li nêzî Baregeha Esmanî ya Osanê li zeviyeke çandiniyê ketiye xwarê."
Artêşê diyar kir, pîlot beşdarî firîna rotîn a perwerdeyê bûye, lêkolîna derbarê bûyerê de berdewam dike.
Artêşê got, pîlot bi silametî hat avêtin û birin navenda bijîşkî ya herî nêzîk. Li gorî daxuyaniyê, di bûyerê de ziyan negihiştiye sivîlan.
Baregeha Esmanî ya Osan, bingeha herî nêzîk a Hêza Hewayî ya Dewletên Yekbûyî ye, bi qasî 40 mîl (64 kîlometre) ji sînorê Koreya Bakur dûr e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin