PeyamaKurd - Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku balafireke sotemeniyê ya celebê KC-135 Stratotankerê ya Hêza Hewayî ya Amerîkayê li rojavayê Iraqê ketiye xwarê. Di encama vê rûdanê de, her çar endamên ekîba balafirê jiyana xwe ji dest dan.
CENTCOM: “Qeza ne ji ber derba dijmin e”
CENTCOMê di daxuyaniya xwe ya fermî de destnîşan kir ku ev bûyer di çarçoveya operasyoneke leşkerî ya li dijî Îranê de qewimiye. Li gorî daxuyaniyê, balafir di “qada hewayî ya dostane” de bûye û qeza ne ji ber derba dijmin an jî ji derba şaş (dostane) pêk hatiye. Hat ragihandin ku di dema wezîfeyê de du balafir li asman bûn; piştî qezayê balafira din bi ewlehî daketiye baregehê.
Îdiaya komên çekdar: “Me xist xwarê”
Berevajî daxuyaniya Amerîkayê, komên çekdar ên li Iraqê ku xwe wekî “Berxwedana Îslamî” bi nav dikin, ragihandin ku wan balafir hedef girtiye. Di daxuyaniya vê komê de hate îdiakirin:
Ji bo parastina li dijî binpêkirina qada hewayî ya welatê me ji aliyê hêzên dagîrker ve, balafireke KC-135 a Amerîkî li rojavayê Iraqê bi bikaranîna çekên guncaw hate xistin.”
Lêpirsîn berdewam dike
Her çend komên çekdar berpirsiyariya ketina balafirê bigirin ser xwe jî, rayedarên Amerîkî tekez dikin ku sedema ketina balafirê teknîkî yan jî qezayekê ye. Derbarê nasnameya her çar leşkeran de ku jiyana xwe ji dest dane heta niha agahiyên berfireh nehatine belavkirin û lêpirsîna li ser sedema qezayê berdewam dike.
Ev rûdan di demekê de pêk tê ku asmanê Herêma Kurdistanê û Iraqê ji ber şerê navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê bûye qadeke germ a operasyonên hewayî.