Jet a aîdê Başaran Holdingê ku ji Emarata di ser Îranê de dihat Îstenbolê li Îranê ket. Di jetê de 3 wezîfedar û 8 rêwî hebûn. Di balafirê de keça xwediyê holdîngê keça Husyin Başaran Mina Başaran û 7 hevalên wê hebûn.
Balafir li devereka çiya nêzî Şehrî Kurd ketiye. Ragihandin ji aliyê ajansa fermî ya Îranê IRNA yê ve hat kirin. Serokê beşa lêgerê û rizgarkirinê ya Kızılaya Îranê Şahîn Fethî ragihand ku ciyê balafir lê ketiye 10 tîman şandine wê deverê.
Fethî got ku ciyê balafir lê ketiye teqîn lê çêbûye û şertên hewayê hinek nexweşe û dikare xebatê asteng bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin