PeyamaKurd – Li bajarê Tewrêz ê li bakurê rojavayê Îranê, balafireke şer a artêşa Îranê ket xwarê.
Ajansa Fars News a Îranê diyar kir, ew balafira şer li nav “stadyûmeke werzişî” ya bajarê Tewrêzê ketiye xwarê û hîn sedema ketina wê nayê zanîn.
Herwiha Pêwendiyên Giştî yên Binkeya Duyem a Cengî ya Şehîd Fekûrî ya Tewrêzê eşkere kiriye: “Balafireke şer li nav yarîgeha werzişî ya Şehîd Elîpûr ku dikeve bulwara Munecim ketiye xwarê û derbarê sedema vê bûyerê de lêkolîn tê kirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin