PeyamaKurd – Balafirekî Mig-31 ya artêşa Rûsyayê beşa hewayî li devera Murmanskê ket. Her dû ajotvanên balafirê xwe ji balafirê bi kursiyên avêtinê avêtin û rizgar bûn. Li gor ragihandina wezareta bergiriryê ya Rûsyayê:
“Li herêma Murmanskê di wexta perwerda firê ya plankirî de, balafirekî Mig-31 ket. Balafir ket ciyekî ku kes lê nebû. Her 2 pîlot di wexta qezayê de kurisyên xweavêtinê bikaranîn û bi paraşûtan rizgar bûn. Helîkopterên lêgerîn û rizgarkirinê her dû pîlotan ji ciyê qezayê hilanîn û tehliye kirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin