PeyamaKurd – Hat ragihandin ku beriya civîna îro ya wezîrên derve yên Rûsya-Tirkiyê li Enqerê, balafirên şer ên Rûsyayê, îro beyaniyê herêma Cebel El-Zawiye ya gundewarên başûrê Idlibê bombebaran kir.
Çavdêriya Mafên Mirovan a li Sûriyê (SOHR) ragihand, balafirên Rûsyayê îro beyaniyê 4 caran derdora Bara, daristana Kefer Nibul ên herêma Cebel El-Zawiyê ya gundewarên başûrê Idlibê bombebaran kirin.
Herwiha hêzên hikumetê yên li gundê Qestûn ê gundewarên Hemayê û Lec ên gundewarên Idlibê topbaran kirin. Dîsa hêzên rejîmê bi topan êrîşî herêma Seraqib a rojhilatê parêzgeha Idlibê kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin