Balafirên Tirkiyê li Somaliyê li endamên eş-Şebabê xistin: 35 kuştî

Balafirên Tirkiyê li Somaliyê li endamên eş-Şebabê xistin: 35 kuştî

PeyamaKurd – Artêşa Somaliyê bi koordinasyona artêşa Tirkiyê (TSK) li welatê Somaliyê li herêma Şabele ya Jêrîn êrîşê bir ser endamên rêxistina eş-Şebabê. Di encamê de 35 endamên eş-Şebabê hatin kuştin û ji 20 kesan zêdetir endamên wê birîndar bûn. Di operasyonan de balafirên Tirkiyê yên F-16 bikaranîn.

Herêma ku lê dane, li herêmê cepilxaneyên rêxistinê, maddeyên teqemeniyê û alavên teqemenî yên barkirî hebûn.

Wezareta bergiriyê ya Somaliyê bi nivîskî ragihandinekî kir û tê de got ku operasyon serê sibê bi bikaranîna balafirên F-16an hetine kirin. Şikeftên ku eş-Şebab bikartanî, depoyên sîlihan û ciyên xwe tê de vedişartin kirine hedef. Di encamê de herî kêm 35 çekdarên rêxistinê ji nav birine û ji 20 kesan zêdetir birîndarên rêxistinê yên giran hene.

Ciyên bi balafiran lê dane, di wan ciyan de gelek teqîn çêbûne. Li herêmê gelek alavên teqemenî barkirî amade bûne da bi wan tevgeran bikin û endamên rêxistinê hebûne. Di daxwuyaniyê de, di çarçova têkoşîna li dijî terorê de, bi sedema hevkarên navdewletî destekê daye Somaliyê, sipasiya wan kir. Dê operasyon dewam bikin.

Rêxistina eş-Şebabê li Somaliyê di sala 2006an de derketiye ortê lê rêxistinekî gelek kevintir e. Hukumeta Somaliyê hêza navdewletî ya aştiyê bi salên dirêje ku êrîşan dibin ser eş-Şebabê.