Banka mezin ya duyemîn ya Kuweytê Kuweyt Finance House ku bi sermaya xwe ya aktîf li dora 54 mîlyar dolar sermaya wê heye, dixwaze hinek ji sermaya xwe bîne Tirkiyê.
Berê sermaya wan di warê bankakariyê de hebû. Sermaya xwe dixwaze di seha tenduristiyê û perwerde de jî bicîh bike. Serokê Kuweyt Finance House Hamad Abdulmuhsin Al Marzoug got ku di seha teduristî û perwerdê de li Tirkiyê hevdîtinên wan dewam dikin.
Al Marzoug ragihand ku weka banka stratejiya wan ew e ku li Tirkiyê sermaya xwe zêde bikin û di sehayen din de jî xebatên xwe bikin. Al Marzoug got ku baweriyan wan bi îstîqrara aboriya Tirkiyê heye.
Di warê sîgorta de, leasinga otomotîvê de û weka banka xebatên wan li Tirkiyê hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin