Barrack: Em, ji pêngavên Tirkiye û Ermenistan davêjin dilxweşin

Barrack: Em, ji pêngavên Tirkiye û Ermenistan davêjin dilxweşin

PeyamaKurd – Balyozê Ankara û hem nûnerê taybet yê ji bo Sûriyê yê DYAyê Tom Barrack di ser hesabê xwe yê Xê de, li ser têkiliyên navbera Ermenistanê û Tirkiyê axifî û got:

“Ez dilxweşim ku Tirkiye û Ermenistan aboriya xwe û girêdana germ ya navbera milletên xwe bi pêngavên nû ji nûh de xwe nêzî hev dikin. Xebat bi soza refah û aramiya herêmê ya ku serok Trump dixwaze, pê re li hev dimeşînin, bi hevre girêdayîne û di nav aştiyê de Kafkasya Başûr ji nûh de dikeve şiklekî baş.”

Tom Barrack, piştî civîna Qersê ya rehabilitasyona rêya hesin ya Qers-Gumriyê ya grûba xebata hevpar ya Tirkiye-Eremenistanê, di ser hesabe xwe yê civakî Xê de daxwuyaniyê da. Barrack got:

“Îro girêdanên herêmî ji aliyê aştiyê de gelek başin. Rayedarên Ermenî û Tirk li bajarê Qersê hatin cem hev. Rêya hesin ya navbera Tirkiye û Ermenistanê, piştî Tîrmeha 1993an hatibû girtin. Rêya navborî bi sed salan herêman bi hev ve girê dida. Rêya Qers-Gumriyê, ji aliyê bazirganî û gihandinê de, herêmê bi hev ve girê dide û ji bo vekirina rê, grûbekî hevpar ya xebatê ya Ermenistan-Tirkiyê hat ava kirin.

Ev pêşdeçûn ji bo aştiya navdewletî û refahê vizyona Rota ya ku Trump danîbû ortê û di malxweyiya serokê DYAyê de, di 8ê Tebaxê de li Koşka Sipî, berhema wê zîrwa aştiyê ye….”