PeyamaKurd- Serokerkanê berê yê Tirkiyê İlter Başbuğ behsa bûyera leşkerên Tirkiyê yê li Sulêmaniyê kir ku çawa leşkerên Amerîka çawal derbasî serê leşkerên Tirka kiribûn û wan girtibûn. Bûyer di 4 ê tîrmeha sala 2003an de qewimîbû. Bağbuğ weha got:
“Ev bûyereka travmatîk bû di têkiliyên Amerîka û Tirkiyê de. Ev bûyer qet nayê jibîrkirin. Leşkerên Amerîkayê avêtin ser avahiya tîmên me yên li Silêmaniyê û wan girtin. Bo me travma bû. Me weka dewlet karibû bertek nîşan bidin? Mixabin em nikarin tişteka weha bêjin. Çawalan xistin serê leşkerên me.”
Başbuğ tenha behsa mijarê ji aliyê çapemeniya wê rojê dike lê esasê mijarê nabêje bê ew tîm çi plan kribû û eger Amerîka çawal nexista serê wan û wan negirta dê li Kerkûk û Silêmaniyê çi biqewimiya. Lê Başbuğ weha dewam kir:
“Wê demê tîmên me li serokerkaniya me digerin lê kesî peyda nakin. Me fermaneka weha da. Hun ê bê ji ti meqamê bipirsin, eger tiştek hat serê we, hun ê bersiva wan bidin. Nebêjin em bipirsin û hêj tevbigerin. Me fermanê îmza kir. Belkî tiştek biqewimiya temamên tîmên me îmha bibûna. Me fermanê bo sefareta Amerîkayê şand. 1 siet di şûn de balyozê Amerîka bi têlê li me geriya. Xwest me bibîne. Me got bila were. Fermana me ew bû ku êrîş ji kê were dê bersiv bê dayîn. Belkî 16 kesên me bên kuştin lê ew jî heya bikaribin dê bikujin. Hun jî tedbîrên xwe bistînin.”
Ew travma gelek dewam kir û sarî kete nav têkiliyên me.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin