PeyamaKurd – Li bajarê Anedolê li Nevşehirê li navça Derinkuyu di navbera kesên navbera wan nexweş de pevçûn derket. Di encamê pevçûnê de bav û kur hatin kuştin.
Kesê bi navê Recep D. li navça Derinkuyu leqayê Hamza Taş, kurê wî Şahin Taş û biraziyê wî Murat Taş tê. Li ser rê di navbera wan de munaqeşe dertê. Recep D. bi demança xwe li malbata dinê dixe.
Li ser bihîstina tîmên tenduristiyê û polîs diçin ciyê bûyerê. Hamza Taş li ciyê bûyerê û kurê wî dema bi ambûlansê wî dibin nexweşxanê di rê de dimre. Murat Taş ê birîndar dibin nexweşxana dewletê ya Nevşehirê.
Cenazê bav û ku ji bo otopsiyê dibin nexweşxana dewletê ya Derinkuyuyê da otopsiya wan bikin.
Kujer Recep D. diçe rêvebiriya polîsan û teslîmê polîs dibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin