Bayik: Pêvajo bi ser nekeve em ji şerekî mezin re amade ne

Bayik: Pêvajo bi ser nekeve em ji şerekî mezin re amade ne

PeyamaKurd - Yek ji serkirdeyê PKK ya ku biryara fesihkirina xwe daye Cemîl Bayik, di hevpeyvîneke ligel Nûçe TVyê de li ser pêvajoya çekberdanê û mijarên rojevê daxuyanî dan.

Bayik bal kişand ser rewşa Îranê diyar kir, “Eger rejîma Îranê pirsgirêkên Kurdan çareser neke wê hilweşe. Divê Kurdên li Rojhilat xwe bi rêxistin bikin û xwe amade bikin. Eger entegrasyona demokratîk bi ser nekeve, şer bibe jî divê xwe ji şer re amade bikin.”

Li ser pêvajoya aştî û çekberdanê ya li Tirkiyeyê tê meşandin jî Bayik got, “Me ji bo pêvajoya aştiyê hin gav avêtin, ji bo vê jî zemînek ava kir. Em dixwazin vê zemînê xurt bikin û bi ser bixînin. Bi rêya siyasetê em ê hîn bêhtir encaman bi dest bixin. Eger pêvajo bi ser nekeve, em ji şerekî mezin re jî amade ne.”

‘Diviyabû Mezlûm şêwirmendî qebûl nekira’

Derbarê Rojavayê Kurdistanê û erka nû Mezlûm Ebdî jî Cemîl Bayik rexne girt û wiha axivî:

“Mazlûm Ebdî got, ew ê ti wezîfeyê qebûl neke û di nava gel de be. Ev gotin di cih de bû. Lê belê dema dawî bû şêwirmendê Şara. Eger ev bi navê Kurdan bûya, wê demê pirsgirêk nedibû. Rexneyên heyî di cih de ne. Em jî rexne dikin, ji ber ku diviyabû qebûl nekiribûya.”