Bayraktar: “Hedefa me veberhênana 1 milyon varêl petrol e”

Bayraktar: “Hedefa me veberhênana 1 milyon varêl petrol e”

PeyamaKurd – Wezîrê enerjiyê û heyiyên xwezayî yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar ragihand ku hedefa Tirkiyê veberhênana 1 milyon varêl petrol e. Bayraktar ragihand ku li welat û derveyê welat veberhêna petrolê ya Tirkiyê rojane 350 hezar varêle û di sala 2028an de dixwazin derxin 550-600 hezar varêlî. Bayraktar weha dewam kir:

“Hedefa me ya dawiyê ev e; bi hilberîna petrol û gazê ya derveyê Tirkiyê û nava Tirkiyê, em dixwazin bibin welatekî ku têrî xwe dike. Di platforma Osman Gazi Yüzer ya li Derya Reş de, 11 tesîsên nûh hene ku 7 ji wan li Tirkiyê hatine hilberîn û di platformê de 7 hezar kes dixebitin.

Platforma hilberînê ya ku li ser avê diçe, em ê di dawiya sala 2027an de bînin Tirkiyê û em plan dikin ku di sala 2028an de bixin ber hilberînê. Bi faza sêyem re, me ji xwe re kiriye aramanc ku hilberînê derxin 5 qatî an 5 car zêdetirî li hilberîna niha bikin.”