PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Naftalî Bennett, xwe bi çek kirinê li welatiyên Îsraîlê kir û da zanîn, ew li bendê ne hewlên nû yên êrîşên terorî pêk werin û ew ji bo pêşîgirtina wan dixebitin.
Bennett bal kişand ser ku ji bo pêşiya êrîşên nû bigirin hêzên ewlehiyê xebatên xwe zêdetir kirine û di hin operasyonan de jî rê li ber hewldanên êrîşan hatine girtin.
Bennett diyar kir, “Em li bendê ne ku teqen gelek hewlên din êrîşan pêk werin û niha ji bo pêşîgirtina wan em dixebitin. Mebest ew e ku di dema plansaziya êrîşan de terorîst her li ku derê bin, yan jî dema bixwazin êrîş bikin em pêşiya wan bigirin.”
Herwiha Bennett da xuyakirin ku ew li seranserê welat hêzên xwe yên ewlehiyê zêdetir bicih dikin daku di destpêka hewlên êrîşan de rê li ber wan bigirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, di çend hefteyên dawî de, li Îsraîlê hejmarek êrîşên terorî pêk hatine û hejmarek sivîl jî bûne qurbanî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin