Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk – HSDê têkildarî êrîşan da zanîn: “Cotkarên gundê Um Beramîl, Mielek, Dibis ên Eyn Îsa û yên Til Temir û Zirganê ku zeviyên wan nêzî eniyên şer in, ji ber êrîşên dewleta Tirk neçar mane xebatên xwe rawestînin.”
HSDê eşkere kir: “Artêşa Tirk êrîşî gundên Selîbî, depoyên Qizelî û Muxtariyê yên rojavayê Girê Spî kir û cotkarên li herêmê bi êrîşên sekvanî kirin armanc.
Herwiha destnîşan kir, ev êrîşên li kêleka xerakirina xwezaya herêmê, dibe pirsgirêk di peydakirina xwarinê de û bandorê li debara jiyanê dike.
HSDê diyar kir, artêşa Tirkiyê bi van êrîşan peymana agirbestê binpê dike û nahêle şêniyên herêmê qûtên xwe yên rojane dabîn bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin